Cûreyê lêkeran:n
Cûreyê lêkeran:n Li gor pêkhatina xwe:
A. Lêkerên xweser: hatin, xwarin, kirin, danîn, anîn, ketin, birin, nivîsîn.
B. Lêkerên pêkhatî: kelandin, êþandin, bezîn, firîn
C. Lêkerên hevedudanî: pêxistin vêxistin, daxistin, vexwarin, ava kirin
Li gor peywira xwe:Lêkerên transîtîf: Lêkerên bi bireser in; ango dema ku tên bikaranîn di hevokê de bireser (objekt) heye. Bo nimûne: kirin, gotin, dan, anîn, nivîsîn, xwendin, girtin, kuþtin, kirîn, dîtinLêkerên întransîtîf: Lêkerên bê bireser in; ango dema ku tên bikaranîn di hevokê de bireser (objekt) tune. Bo nimûne: çûn, hatin, mirin, razan, ketin, gihastin, man, girîn, peyivîn, axaftin
Nivîsîna dema niha ya lêkera bûnê: Ku li pistî tîpa bêdeng (konsonant) be: Ku li pistî tîpa dengdar be: Ez kurd im. Ez zana me. Tu kurd î. Tu zana yî. Ew kurd e. Ew zana ye. Em kurd in. Em zana ne. Hûn kurd in. Hûn zana ne. Ew kurd in. Ew zana ne. Çend nimûneyên din: Pênûsa min sor e. Sêva min tirþ e. Erebeya me bilez e. Navê birayê min Dara ye. Solên min spî ne. Lepikên min reþin. Xanîyê me bilind e. Zebeþên Amedê mezin in. Hêlîn keçeke jîr e. Þîlan xuþka min e.
Nivîsîna cînavên kesane yên pêvebestî: Ez dixwînim. Em dixwînin. Tu dixwînî. Hûn dixwînin. Ew dixwîne. Ew dixwînin. Têbinî:
1. Lêkera bûnê ji navdêr û rengdêran cihê tê nivîsîn. Ku peyva berî wê bi tîpeke dengdar biqede “y” dikeve navberê. Bo nimûne: spî ye, Dara ye.
2. Ku di hevokê de berî têrker were, wateya hebûnê dide. Bo nimûne: Ez bûm mamoste. Ez bûm dewlemend.
3. Divê mirov lêkera bûnê û cînavên kesane yên pêvebestî tevlîhev neke. Cînavên kesane yên pêvebestî bi lêkerê ve tên nivîsîn. Bo nimûne: Ez dixwînim., Tu dixwînî. û hwd.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق