الثلاثاء، 13 مارس 2012

Kursek ji bo amadekirina mamosteyên zimanê kurdî li zanîngeha Bonnê



Zanîngeha Rheinische Friedrich. Wilhelms a Bonnê,
 Amojgeha Rojhilat û Zanistiyên Asyayê- Beşê Islamnasiyê
 bi hevkariya 
Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî YASA e.V. 
û Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonnê RAMAN,
Kursek ji bo amadekirina mamosteyên zimanê kurdî li zanîngeha Bonnê

Amojgeha Zanistiyên Rojhilata Navîn û Asyayê – Beşê Zanistiyên Islamî yê girêdayî Zankoya Wêjeyan li Zanîngeha Bonnê kursekî ji bo amadekirina mamosteyên zimanê kurdî pêşkêş dike.
Armanca kurs ew e, ku kesên bi zimanê kurdî baş dizanin, bibin mamosteyê zimanê kurdî-zaravê kurmacî, da ku kari bin wî zimanî mîna zimanekî biyanî li dibistan, amojgeh û zanîngehên Elmanyayê bidin fêrkirin.
Bernameya kurs:
·         Semînereke pêşdestpêkî di 31.03.2012-ê de, ku tê de dê ravekirina bernameya kurs, belavkirina bûjenên kurs ji bo kesên pejirandî û hevnasîna di navbera profesor û beşdarên kurs de tê de pêk bên.
·         Şeş meh xwendineke xweser, ku dê ji meha Avrêla 2012-ê ve bi alîkariya hin bûjen, pirtûk û teminên ku ji aliyê profesoran ve hatine pêşniyarkirin, dest pê bike.
·         Semînerine rojane yên dirêj (du heftî) li Zanîngeha Bonnê ji 10-21-ê Êlona 2012-ê.
·         50 Saet waneyên online, ew ê li ser internet werin dandin.
·         Ezmûna dawî di 06.10.2012-ê de ye.
Li dawiya kurs dê ezmûneke devkî û yeke nivîskî ji bo beşdaran pêk bê. Kesê ku bi ser bikeve, ewê bawernameyeke morkirî ji Zanîngeha Bonnê wergire, ku dê bi riya wê kari be zimanê kurdî li dibistan, amojgeh û zanîngehên Elmanyayê weke zimanekî biyanî bide fêrkirin.
Mercên pejirandinê di kurs de:
·         Zanyariyeke baş bi zimanê kurdî
·         Bawernameya Lîseyê (Bekeloriya), borandina 2 nîvsalên xwendinê di zanîngehekê de û zanyariyeke baş bi zimanê elmanî (asta C1).
·         Dayîna bihayê kurs: 500 € li ser jimara kontoya zanîngehê:
Kostenbegünstigter: Universität Bonn           
Konto Nr.: 576 95
Bankleitzahl: 370 501 98 (Sparkasse Köln Bonn)
Perên/ Heqê kursê divê bi derengî heya 20.03 hatibin dandin.
Qeydkirin ji 1-ê Avdara 2012-ê ve dest pê dike û di 16-ê Avdara 2012-ê de bi dawî tê.
 Di Kursê tenê 25 kes dikarin cîh bigrin.
Kargêra berpirsiyar ji bo kurs: Prof. Eva Orthmann
Berpirsiyarên kurs: Dr. Hüseiyin Aguiçenoglu û Julia Evin Bedirxan
Ji bo agahiyên bêtir derbarê mercên pejirandinê, bernameya kurs, ezmûn û hemû pirsên derbarê kurs hûn dikarin têkiliyê bi Fewzî Dîlber û Nisrîn Emîr (Berpirsiyarên organîzekirina kurs) re li zanîngehê girê bidin.
Herr Fawzi Dilbar: fawzi.dilbar@uni-bonn.de
Festnetz: 0228/24001080 & Mobil: 01725360865
Frau Nissrin Emir: nissrin.emir@uni-bonn.de

Ji bo agahiyên derbarê kurs bi zimanê almanî:
Ev kurs bi hevkariya Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî-YASA
û Komeleya Raman a Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Bonnê li dar dikeve.


ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق