zimanê kurdî

fêrbûna zimanê kurdî
kurd 1 , babeta 1

 .......................................................................................................................................................................................................................................................................................................................................

                                                                                                                                                                .......................................................................................................................................................................................................................................................................................................................................
MONDAY, 22 AUGUST 2011 08:15
10 hezar zarokên kurd dest bi xwendina kurdî kir


Li Swêdê sala xwendinê ya 2011/12ê îro dest pê kir. Ji pêşdibistanê heta lîseyê ji 10 hezaran pirtir şagirdên kurd dest bi xwendina kurdî kir. Mamosteyan hefteya derbasbûyî dest bi karên amedekarîyê kirin. Hema hema li hemû şaredarîyan mamoste beşdarê semînerên kompentensbilinkirinê bûn. Îsal mamosteyên kurdî dê vê pênşem û înîyê li bajarê Vasterasê di konferansekê de werin ba hev û pirsên perwerdeya kurdî nîqaş bikin   
. û serpêhatiyên xwe bi hev re par ve bikin
........................................................................................................................................................................................................................................................................................................................................



18 مايو, 2011


roja 15 gulanê roja zimanê kurdî



http://gemyakurda.net/wene/data/media/14/P76541.JPG
Doh (15.05.
‏2011), bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî birrek ji rewşenbîrên kurd di gel berpirsên kovara Gelawêj, Pirs û Gulistan
, vejandina vê rojê li bajarê Qamişlo pêk anîn. Di destpêkê de, li dor vê rojê axifîm, giringiya vê rojê min anî ziman û çima ev roj bi navê Roja Zimanê Kurdî bi nav bûye, şirove kir û di nav re, min rola mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê ji bo parastina zimanê Kurdî diyar kir û got: Eger UNESCO di 1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja Zimanê Dayikê” bijartibe, yê me Kurdan, roja 15 gulanê ye û ev roj ji sala 2006’an vir ve tê pîrozkirin. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin û di nav Kurdan de belavkirin.

   Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..

   Erê  rojê (15ê Gulenê), roja zimanê Kurdî ye wek ku çawa 21ê adarê cejna netewî Kurdî Newroz e û 22ê Nîsanê roja rojnamegeriya Kurdî ye.

   Zimanê  me ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Zagros, Toros û Ararat re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye.. Û her wiha min 113 saliya rojnamegeriya Kurdî jî anî ziman.. Di pey gotina min re hina ji beşdaran baweriyên xwe anîn ziman û gotin: Nivîskar û rexnevan Xalis Musewer: Roja zimanê Kurdî roja dîroka miletê Kurd e, zulmê qebûl nake, li ziman û dîroka xwe xwedî derdikeve ji ber ku zimanê me hebûn û şerefa me ye.. Nivîskar û Zimanzan Berzo Mehmûd: Zimanê Kurdî nişana netewê Kurd e û nasnama me ye. Pêwîste em guh bidin zimanê xwe û xebatê bikin bo vejîna zimanê dê û bê xwe û ev egera ha bibe navgînek bo riya rizgarkiriya miletê me.. Nivîskar Abbas Ismaîl: Bi hêvî me ku keç û xortên Kurdan li zimanê xwe xwedî derkevin û ez vê rojê li miletê xwe pîroz dikim.. Siyasetmedar û rewşenbîr Mihemed Ismaîl: Zimanê Kurdî nasname û rûmeta miletê Kurd e. ta ku zimanê me hatiye parastin di gelek mercên girçin û delîvên berteng de derbas bûye.. Di qermîçonkên riwê pêrejin û kalemêrên kolanên gund û bajarên me de bi şîn û şahiya miletê me mezin bûye.. Di baweriya min de nifşên bên, wê zimanê me biparêzin wek parastina bînahiya çavên xwe.. Nivîskar û zimanzan Derwêşê Xalib: Zimanê Kurdî nasnama miletê Kurd e, navenda daxwaza miletê kurd e, miletê Kurd nikare hebûna xwe biparêze bêyî zimanê xwe.. Nivîskar B. Sefîn: Madem zimanê Kurdî nasnama miletê Kurd e, divê em zimanê xwe biparêzin û em xwe û zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.. Nivîskar û Helbestvan Mûsa Zaxuranî: Zimanê Kurdî wek Kurdan kevntirîn milete di rojhilatê de, bav û bapîran ew parastiye.. Taybetiyek wî heye lewra ev 5 hezar sal e xwe li ber lehiyê girtiye.. nivîsandina bi zimanê Kurdî pêdiviyek netewî ye..

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, bo her sê kesên ku di ber ziman de, dema dawî her yekî ji wan çar heyv di zindanê de bûrandibûn xelat hatin dan, Abdulsened Mehmûd, Omer Ismaîl û Ehmed Ismaîl..

Dawî bi navê  girtiyên ziman helbestvan Abdulsened Mehmûd (Bavê Helbest), spasiyên xwe bi van gotinan anîn ziman: Ciwantirîn spasî bo hemû berpirsên kovar û rojnameyên Kurdî, bo nivîskar û helbestvanên Kurd, bo amadekarên vê rojê û bi taybetî mamoste Konê Reş ku ev rêzgirtin dane me, em vê xelatê wek Nobela Kurdî dibînin û tu carî zindan û êşkence hezkirina me ji zimanê kurdî re qelis nake..

Konê  Reş
 
16/ 2011/ مايو
                                                                                                                                                 
                                                                                                                                                 
xula seretayê a fêrkirina tîpên zimanê kurdî li lubnanê dest pêkir .
komîta arî jibo fêrkirina zimanê kurdî , jibo we teva ye , û serbixwe ye
werin fêrî zimanê dayika xwe bibin .
azad.maf@hotmail.com
k_ari17@yahoo.in





çend wêne ji xula seratayê a fêrkirina zimanê kurdî 2010 / 2011
komîta arî jibo fêrkirina zimanê kurdî
...................................................................................................................................................................                                     

                                                                                                                                                                     
                                                                                                                                                                     






19 أبريل, 2011


zimanê kurdî - zaravên kurdî


zaravên kurdî   
Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek lehoeyan pêk tê. Tiþtên ku li ser lehoeyên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eþîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber oavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê. Ev yek ne bes ji alî eserên lêkolîneran, lê ji alî Kurdan bixwe jî wiha ye. Lehce, gelek caran ji alî Kurdîaxêvên vê lehceyê û ji alî cîranên wan bi navê wê herêmê, eþîrê, mîrîtîyê yan wî dînî û mezhebî hatine binavkirin. Di netîca vê yekê de, ji bo lehceyekê oend navên ji hev cihê derketine meydanê. Her wekî navê lehca Kurdiya bakur, li Kurdistana Îranê Sikakî, li Kurdistana Îraqê Bahdînî, li Kurdistana Tirkiyê, li nik Kurdîaxêvên vê lehceyê Kurmancî û li nik Dimiliyan (Zazayan) Kirdasî yan jî Here-were ye.
Navê Kurdiya navendî, li Kurdistana Îranê Mukrî, li nav peroên bindestê Tirkiyê û Sûriyê û li nav Bahdînan, Soranî ye. Lehceya ku li hin herêman bi navê Zazakî tê nasîn, li nav Kurdîaxêvên vê lehceyê li hin herêman jî Dimilkî, Kirdkî, Kirmanckî yan jî Se-bê tê binavkirin. Di oavkaniyan de, em rastî wê yekê tên ku ji Hewremanî re, Goranî, Kakeyî, Hewramî, Maoo, yan Kurdî tê gotin. Di nav lehceyên Kurdî de kêþmekêþiya herî diyar di warê Goranî, Lurrî û Zazakî de ye. Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev þêweyên lehceyeka zimanê Kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (Lurrî) li dervayî zimanê Kurdî dibînin.
Lurriya ku bi navê Lurriya Pioûk û Lurriya Mezin dabeþ dibe, hin kes jî hene ku Lurriya Mezin lehceyeka Kurdî qebûl nakin (di nav van de hin kes, wê wek lehceyeka zimanê Farisî dibînin, hin jî wê wek zimanekî bi serê xwe nîþan didin) lê Lurriya Pioûk wek lehceyeka zimanê Kurdî qebûl dikin.
Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor oavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û þemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.
Di warê lehceyên Kurdî de kevintirîn oavkanî, †erefnameya †eref Xan e. Seref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse.
"Eþîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewþa civakî ve bi ser oar beþan de dabeþ dibe:
Beþê yekê, Kurmanc
Beþê duduyan, Lor (Lurr M.C.)
Beþê sisiyan, Kelhur
Beþê oaran, Goran." (3)
Heger, em vê tesbîta †eref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên Kurdî heta nîvê pêþîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broþura Mela Mehmûdê Bayezîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga Sêwa
Hekarî û ya Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di destpêka vê broþurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste, dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eþîrî xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje, "Kurmanciya ahaliyê Wanê, Mûþê, Bayezîdê û Qersê û Kurmancên bi ser Rûsya û Îranê ve û zimanê ahaliyê Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtî(?)yê, Diyarbekirê, Mûsilê, heta bigihê hudûdê Bexdayê (ku ji herêmên Silêmanî û †arezorê û ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe û Bilbasan pêk tê) ji hev cuda ne" (4) Mela Mehmûdê Bayezîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di ferhenga xwe ya hevberkirî de jî þêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev dike.
G. Givrinlîyê ku di salên 1836- 1837`an de oend meqale li ser ziman û etnografya Kurdan belav kirin, zimanê
Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beþ. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî, †ikakî û
Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî û Goranî pêk tê. (5) Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê
"Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", (Petersburg, 1857-1858) de zimanê
Kurdî bi ser lehceyên Zazakî, Kurmancî, Kelhurî, Gûranî û Lurî dabeþ dike. (6)
Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya Rojava, ya Rojhilat û ya Baþûr
dike sê beþ. Oskar Mann ê ku Zazakî bi ser Goranî ve dihesibîne, Goranî jî derdixe dervayî zimanê Kurdî. (7)
Hin zimannasên biyanî yên ku piþtî Oskar Mann hatine, ji dêlva ku lêkolînên nuh ên berfireh li ser
lehceyên zimanê Kurdî bikin, bîzzat xwe sipartine xebatên Oskar Mannî û bîrûbaweriyên wî ducar kirine.
Karl Hadank yek ji van kesan e. Wî xebata Oskar Mannî ya ku di sala 1907'an de bi navê Kurdish Persich
Forschungen Mundarten Gûran besonders, Kandulai, Auramani und Badschalani, li ser Goranî kiriye,
aniye careka din di ber oavan re derbas kiriye, hin þirovekirin û têbînî lê zêde kirine û ji nuh ve oap kiriye. (8)
Dr. Mac Kanzie yê ku Goranî wek zimanekî serbixwe qebûl dike, di meqaleya xwe ya bi navê "Reh û Rêoika
Zimanê Kurdî" de ku sala 1961'ê di rapora salane ya Komela Zimanî de hat belavkirin, Kurdî bi xwe jî yek ji
lehceyên Farisiya Navîn dihesibîne û di xebata xwe ya bi navê "The Dialect of Auraman (Hawramani-Luhan)
de Hewramanî, Kurdî nehesibandiye, wek lehceyeka Farisîya Kevn hesibandiye. (9) Dr. Mac Kenzie, zimanê
Kurdî jî kiriye du beþ û navê Kurmanciya Jorîn û ya Jêrîn li wan kiriye. Kurdiya ku li deverên Silêmaniyê,
Hewlêrê, Rewanduzê û li Xoþnawê tê axaftin wek Kurmanciya Jêrîn qebûl kiriye û devoka Silêmanî bingeha
van hesibandiye. Devokên Aqre û Suroîyê jî wek bingeha Kurdiya deverên Aqre, Suroî, Amêdiye, Berwar,
Bala, Gullî, Zaxo û †êxanê qebûl kiriye. (10)
E. B. Soane, di esera xwe ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" (London, Luzak and
Company, 1913) de zimanê Kurdî, beþî bi ser sê lehceyan kiriye û ji her du lehceyên pêþîn re gotiye
lehceyên bingehîn. Dabeþkirina Soaneyî wiha ye:
a) Kurmanciya Jorîn
b) Kurmanciya Jêrîn
c) Lurrî, Zazakî û tevî ku nêzîkî hev in jî Hewramî û Goranî. (11)
Sosyologê Tirk, Ziya Gökalpê Diyarbekirî di wê esera xwe de ya ku navê wê "Kürt Aþiretleri Hakkinda
Sosyolojik Tetkikler" (Lêkolînên sosyolojîk derheqê eþîrên Kurdan de) e û di 1922'an de li ser daxwaza
hukûmeta Tirk ji bo ku di proja îskankirina eþîran da bê bikaranîn, hatibû amadekirin û piþtre jî di 1975`an
de ji alî Komal Yayinevi, di 1992'yan de jî ji alî Sosyal Yayinlari li Tirkiyê hatibû oapkirin, Kurdan bi navê
kurmanc, Zaza, Soran, Gûran (Goran) û Lur dike pênc qewm, tevî ku dibêje ku hê tehqîq nekiriye jî lê zimanên
Gûranî û Zazakî nêzîkî hev in. Di tehqîqa cara pêþîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê Bextiyarî
dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kalhûrî jî iltîhaqî Gûranî bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê tashîh
dike û dinivîse ku "bi þahidiya †erefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî dioe ser Lurrî û zimanê Kalhurî jî
dioe ser Soranî".(12) Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêþîn de dinivîse ku "Heke em zimanên Gûranî,
Bextiyarî û Kelhurî veder kin (veqetînin) di destê me de oar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne:
Kurmancî, Zazakî, Soranî û Lurî" (13) Lê di lêkolîna xwe ya rastkirî ya cara pêþîn de digihê wê encamê ku
"Iawa ku Gûranî, Zazakî û Dunbulî navê cihê yê zimanekî ne, Kelhurî, Babanî û Soranî jî navên cuda yên
zimanekî ne. Bextiyarî û Lurî jî her navên zimanekî destnîþan dikin. Sedemê pirhejmariya navan ew e ku navên
muayen ên qewmên Kurdan nînin. Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê oar qewm in û Kurdî jî dabeþî bi
ser oar zimanên wiha dibe ku mensûbên van zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev oar ziman ev in: Zimanê Kurmancî,
Zimanê Zazakî (Gûranî, Dunbulî), Zimanê Soranî (Bahdînî, Kalhurî), Zimanê Lurî (Bextiyarî, Feylî)" (14)
Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse: "Xwediyên van heroar zimanan ji zimanên hev tê
nagihên. Ji alî serf, nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê jî ne ferqên lehceyî,
lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her oaran ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan pêk tê.
Tevî vê jî ev her oar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî þaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê
"Kurdiya Qedîm" bi nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo-Latînî û Latînî oi bin, yên navbera Kurdiya Qedîm û
van Kurdiyan jî ew in." 815)
Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eþîrên Kurda ne li ser "lehceyên" Kurmancî jî radiweste: "Hê bi tetqîqeke ilmî
nehatiye derxistin ku zimanê Kurmancî dabeþî bi ser oend lehceyan dibe. Lê gava Ahmedê Xanî di kitêba xwe ya
bi navê Mem û Zîn de behsa lehceyên ku bi kar tîne dike, di beyta jêrîn de navê sê lehceyan dijmêre.
"Bohtî û Mehmedî û Silîvî
Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16)
Li gorî vê, Ziya Gökalp jî Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beþ û eþîr û herêmên ku bi van "lehceyan"
diaxivin dihejmêre.
;Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Soane difikire (17).
Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de,
dibêje ku "di zimanê Kurdî de du lehce hene" û wiha didomîne: "Lehca 'Botan' a ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên
Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro jê re 'Soranî' tê
gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Iraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê lehceyê diaxivin" (18)
Dr. Kemal Fuad “ ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja hene, zimanê Kurdî dabeþî lehce û þêweyên jêrîn dike:
    1. Kurdiya Rojava (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn -bakur-)
      a- Afrînî,
      b- Cizîrî û Botanî
      c- Sincarî
      o- Badînî
      d- Hekarî
      e- †ikakî
    2. Kurdiya Rojhilat (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê -baþûr-, hin jî dibêjin Kurdiya Navendî)
      a-Soranî
      b-Silêmanî
      c-Mukrî
      o-Sineyî
    3. Kurdiya Baþûr
      a-Xaneqînî
      b-Feylî
      c-Kirmanþanî
      o-Lekî
      d-Kulgayeyî
      e-Kelhorî
      ê-Perewendî
    4. Kurdiya Goranî-Zazakî
      a-Hewramanî
      b-Kenûleyî
      c-Gehwareyî
      o-Bacelanî
      d-Zengeneyî
Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya Baþûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî
bi nav dikin. Ew tenê wan lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl dike û wan wek
lehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê yekê digire ku oima ji hin lehceyên ku di hin oavkaniyan
de wek Lurrê Pioûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên Kurdiya Baþûr de dihesibîne (19).
Fûad Heme Xurþîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên
Kurdî bi vî awayî dabeþ dike:
    1. Kurmanciya Bakurî
      a-Bayezîdî
      b-Hekarî
      c-Botanî
      o-†emdînanî
      d-Behdînanî
      e-Diyalekta Rojava
    2. Kurmanciya Navîn
      a-Mukrî
      b-Soranî
      c-Erdelanî
      o-Silêmanî
      d-Germiyanî
    3. Kurmanciya Baþûrî
      a-Lurrê Eslîn
      b-Bextiyarî
      c-Mamesanî
      o-Gohgilo
      d-Lek
      e-Kelhurr
    4. Goranî
      a-Goraniya Eslîn
      b-Hewramanî
      c-Bacelanî
      o-Zazakî (20)
Fûad Heme Xurþîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Pioûk Kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya
Baþûrî de hejmartiye. Mehemed Emîn Hewramanîyê ku li ser ziman û lehceyên Kurdî û bi
taybetî jî li ser Hewramanî xebatên hêja kirine, di esera xwe ya bi navê Zarî Zimanî Kurdî Le
Terazûy Berawird da, lehceyên Kurdî li gorî awayê jêrîn ji hev veder dike.
    1. Kirmanciya Jorîn (bi þaþîtî jî belav bûbe yan jî Bahdînî)
    2. Kirmanciya Navîn (bi þaþîtî jî belav bûbe, yan jî Soranî)
    3. Kirmanciya Xwarê (bi þaþîtî jî belav bûbe, yan jî Goranî)
      Piþtre Goranî jî dabeþî þêweyên jêrîn dike:
      a-Hewramanî
      b-Lurrî
      c-Bacelanî
      o-Zazakî
Mehemed Emîn Hewramanî her wiha destnîþan dike ku Bacelanî jî Zengeneyî û †ebekî digire nava xwe.(21)
Nivîskar û zimannasê Kurd Malmîsanijê ku li ser zimanê Kurdî û bi taybetî li ser Zazakî xebatên wî yên
hêja hene, Kurdî dabeþî bi ser pênc lehceyên esasî dike û bi vî awayî dihejmêre:
1-Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî
2-Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê re carina Kurdiya Baþûrî
(Kurmancîy Xwarû) yan jî bi þaþîtî "Soranî" jî tê gotin.
3-Lerhceya ku bi navên Kirdkî, Kirmanckî (Kirmancî), Zazakî yan jî Dimilî (Dimilkî) tê zanîn.
(Malmîsanij li vê derê wek du þêweyên esasîn ê lehceya Zazakî, þêweya Dêrsimê û ya
Iewlig-Diyarbekir-Sêwregê dihejmêre).
4-Lehceya Goranî: ku Hewramî jî tê binavkirin nêzîkî lehceya Kirdkî (Zazakî, Dimilkî)
ye li Kurdistana Iraqê û ya Îranê ji alî hin Kurdan ve tê axaftin.
5-Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Baþûrî tên axaftin: gellek
þaxên vê grûbê yên bi navên Kermanþahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene
ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin.(22)
Mehemed Emîn Hewramanî di wê kitêba xwe de ku navê wê Zarî Zimanî Kurdî
Le Terazûyî Berawird da ye, dibêje ku Oskar Mann di wê kitêba xwe de ya ku
piþtre ji alî Karl Hadankî ve careka din hat oapkirin, dinivîse ku lehceyên Goranî li
gor awayê jêrîn tê dabeþkirin:
"Hewramanî (Auramanî)
Kenduleyî (Kändulei)
Bacelanî (Bacälani)
Bêwenijî (Biwäniji)
Gehwerayî (Gähwarai)
Rejawî (Rijabi)
Seyyidi (Säyyidi)
Zerdeyî (Zärdai)
Mehemed Emin Hewramanî dinivîse ku Mînorskî her van lehceyên Goranî tekrar dike lê ji dêvla Bêwenîjî,
Gehwerayî û Rejawî Gelhurî, Lekî, Feylî, û Kakeyî tîne û piþtre M. E. Hewramanî dibêje ku "di esasî de ev
bi awayekî têkilhevkirina eþîr, dîn û zimanan e". (23)
Mehemed Emîn Hewramaniyê ku bi eslê xwe jî Hewramanî ye, dibêje ku Emîn Zekî Beg di Xulasetu
Tarîxul Kurd we Kurdistan de lehceya Hewramanî zimanekî Tacikî dihesibîne lê tu delîlê ji vê dîtina
xwe re nayne, qasî ku tê famkirin bes bîr û baweriya Mînorskî tekrar dike. (24)
Mamosteyê Unîversîta Silêmaniyê Dr. Îzzedîn Mustefa Resûl, di esera xwe ya bi navê Zimanî Yekgirtûyî
Edebîy Kurdî de, Hewramanî ji lehceyên Kurdî dihesibîne.
Mehemed Merdûxî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî †eref Xanî difikire û bi navê Kirmanc, Goran,
Lurr û Gelhurr wan dike oar beþ.
Tewfîq Wehbî û Edmonds, di Ferhenga xwe ya bi navê A Kurdish Dictionary, (Tewfîq Wehbye Edmonds
Oxford at the Clarendon press, 1966) gotinên lehceya Hewramanî, tevî gotinên Kurdî kirine.
Her weha Tewfîq Wehbî di maqaleka xwe de ku bersîva meqala Dr. Mac Kenzie ya 1961'an bû, diyarkiriye
ku Kurdiya Hewramanî, ji lehceyên kevn ên Kurdî ye.
Prof. Qanatê Kurdo, di maqala xwe ya bi navê Haletekanî Cîns û Bînayî Berkar Le Zaza da, bi awayekî
hevberkirî daye nîþandan ku lehceyên Zazakî û Kurmanciya Jorîn ji zimanekî ne.
Major Soane, di kitêba xwe ya bi navê Kurdish Grammar (Rêzimana Kurdî) de, Zazakî yek ji lehceyên
Kurdî qebûl kiriye. (25)
Dr. Kemal Fuadê ku ji alî bîrûbaweriyên li ser zimanê Kurdî de xwe pirtirîn nêzikî Oskar Mannî dibîne,
Oskar Mann jî tê de rexne li wan kesan digire ku Goranî-Zazakî Kurdî qebûl nakin û dibêje ku ev lehceyên
Kurdî ne: "Hin zimannasên ku Oskar Mann jî di nav wan de ye, lehceyên gruba Goranî-Zazakî Kurdî
nahesibînin. Di vî warî de ez cihê difikirim: "lehceyên vê grûbê, her oendîn ji alî leksîkolojiyê ve ji
lehceyên grûbên Kurdî yên din cihê dibin jî, ev jî wekî Kurdî dikevin beþa gruba Îraniya bakurê rojava.
Ji alî cografî jî dikevin nav erdên Kurdistanê. Têkiliyên wan ên aborî, civakî û siyasî jî li gora miletên
dîtir pirtir bi Kurdan re hê xurttir in. Di ser de jî Hewramaniya ku lehceyeka Goranî ye, demeka dirêj
(ji sedsala 16'an heta ya 20'an) di beþeka fireh a Kurdistanê de (li Kurdistana Rojhilat û ya Baþûr)
bûye zimanekî edebî. ji alî milî ve jî ev xwe Kurd dibînin." (26)
Li gorî Mehemed Emîn Hewramanî jî oavkaniyên kevin nîþan didin ku Kurdiya Hewramanî zimanekî
kevnare ye, ne ku bes di devra Mîrîtiya Baba Ardelan (a ku di sala 132'yê Hicrî de hat damezrandin)
de berî wê jî zimanekî dînî û edebî bû ku ji zimanê Avestayê hatibû guherîn. Mehemed Emîn Hewramanî
wiha dinivîse:
"†êx Sedî (yê †îrazî) di beyteka xwe de wiha dibêje:
Geh be Tazî astînî ber men zened gûyed 'te'al'
Geh be Kordî gûyedem 'borê niþîne w nan were'
(Geh dest li ba dike bi Erebî dibêje 'te'al-were'
Geh bi Kurdî dibêje 'borê niþîne w nan were'. M.C.)
"Borê niþîne w nan were" ya ku di vê beytê de heye bi lehca Hewramanî ye û mahna wê
"were rûnê û nanî bixwe" ye. Di wê demê de (sedsala 13'an M. C.) Se'dî (yê †îrazî) ji lehceya
Hewramanî re gotiye Kurdî. Beytên taresan ên Sultan Sehak ên ku ji bo terefdarên Ehlî Haq tên
stiran, bi Hewramanî ne. †aîrê Kurd ê meþhûr Xanayî Qubadî bi xwe dide diyarkirin ku xwestiye
Dostana †îrîn û Xusrevê bi Kurdî bike menzûm. Li gorî wî tu kêmasiya Kurdî ya ji Farisî tuneye û
jê þêrîntir e jî. Loma jî dibêje ku:
Ce lay aqilanê sahib eql û dîn
Dana buzurganê Kurdistan zemîn
Rast en mewaoan Farisî þeker en
Kurdî ce Farisî bel þîrînter en.
.........
Ce 'ersey dinyay dûn bedfercan
Be destûrê nezanê Nîzamî meqam
Be lefzê þîrînê Kurdistan temam
Pêþ buwan meh'zûz baqî weselane.
(Ji alî aqilmendên xwedî eql û dîn
Zane mezinên erdê Kurdistanê
Raste dibêjin Farisî þekir e
Lêbelê Kurdî ji Farisî þêrîntir e.
Di vê dinya bêbext û fanî de
Bi awayê nezma meqamê Nîzanî
Hemû bi lefzê þêrîn ê Kurdistanê
M.C.)
Xanayî Qubadî gava †îrîn û Xusrevê nivîsî, ger Hewremanî ne zimanê edebî yê Kurdî bû ya ne
wî bi vê lehceyê dinivîsî û nejî jê re digot Kurdî (27)
Li gorî Mehemed Emîn Hewramanî, ji bo strana beytên dînî yên ku di defterên pîroz ên Ehlî Heq de ne,
du lehce hatine bikaranîn. Defteran ji lehca Hewramanî re gotine "Kurdî" carna jî gotine "Kurdiya Awramanî"
ji sêwa Cafî re jî "Cafiya Awramanî". Abîdînê Caf (Abîdîn Baþoavûþ) ê berevkir ê ku ev agahdarî dane, dibêje
ku tarîxa peyvên van beytan û yên nivîsên ku di kutubxanên wan de hene, dioe 880 sal berî nuha. (28)
Di ronahiya van agahdariyan de ku me xwest em bidin divê meriv wê rastiyê qebûl bike ku sêveyên Lurrê
Mezin ne têde, Lurrê piçûk jî daxil, hemû lehceyên Goranî û lehca Zazakî dikevin nav lehceyên zimanê Kurdî
û mesela Kurdîbûn û nebûna Lurrê Mezin ciyê munaqesê ye.
Netîce, meriv dikare li ser lehceyên zimanê Kurdî, sêweyên wê û belavbûna wan a cografî agahdariyên jêrîn bide:
1-Kurdiya Bakurî (yan jî Kurmancî-Kirmancî) Lehceya Kurdiya Bakur, Lehceya herî berfirehbûyî ye. Li ser axa
Kurdîstanêqada wê ya berfirehbûnê, heke meriv xetekê ji rojhilatê ve bikêse, ji peravê rojavayê Gola Urmiyê
destpê dike, ber bi basûrê rojhilatî ve dadikeve, di bakurê bajarê Sino, di dola Kêlesînê re ji hidûdê Îran û Iraqê
radibuhure, dirêj dibe ta digihê Helgurdê. Ji wê derê ber û berê peravên bakurê rûbarê Rewandizê diçe ta digihîje
Zê yê Behdînan. Li vê derê jî tê tevî Çemê Dîclê dibe, Zêyî taqîb dike. (29) Ji Gola Urmiyê ber bi bakurî ve
Kotur û Xoyê digire nav xwe û digihîje Çemê Erez, Qers, Erzurum, Mûs û Bedlîsê digire nav xwe carinan
palên rojhilat ên Torasan û carnajî quntarên wan seranser taqîb dike, hidûdên wîlayeta Sêrtê, qezayên
Qozluxê, Silîva, Qulp, Lice û Bismil, Hidûdên bajarê Diyarbekirê, Erxeniyê, Desta Gewran û herêma Çiyayê
Qerejdaxê tevî xwe dike û herêmên rojhilat, basûr, basûrêrojhilatê Swêregê, qeza Hîlwanê, Gerger ne têde
Adiyamanê, Meletiyê, bakur, rojhilat û basûrê Merasê hildigre ta digihîje lutikên Çiyayê Gewr (Gavur Da¤ž).
Qiriqxana Hatayê û Afrîna Helebê digire nav xwe. Ji wê derê ta nuqta Çemê Dîcle yê ku Zê digre navxwe.
Li wan erdên ku Kurd li ser dijîn, Kurdiya Bakurî-Kurmancî tê axaftin. Li qezayên Tunceliyê, Pertek û Zozgîrdê,
li qezayên Elezîzê yên ji bilî Madenê, Sivricê û Paloyê, li qeza Bîngolê ya bi navê Karliovayê û li piran herêmên
Sêwasê yên Kurdîaxêv, ev lehce tê axaftin. Ev lehce her wiha ji alî nufûsa Kurd a Lubnanê, Ermenîstanê,
Gurcîstanê, Azerbeycanê, Qazaxistanê û cumhuriyetên Asya Navîn yên din û ji alî Kurdên Horasanê û
Konyayê û hin Kurdên Ankarê tê axaftin.
Sêweyên Kurdiya Bakurî ev in:
a) Kurmanciya Rojava: Bi destpêka ji herêma Afrînê Kurdên Entabê, Qiriqxanê, Merasê, Adiyamanê û
Meletiyê, qezayên Ruhayê yên bi navê Surûc, Bîrecik û Xelfetiyê bi vê sîweyê diaxifin.
b) Rewendî: Sêweya ku li erdên bakurê Gola Wanê dimînin tê axaftinê. Li rojhilatî ji herêma Sikakan destpê
dike, ta dighê cihên rex Çemê Erez, Kurmancên Qers, Erzurum, Agirî, Wan, Mûs û Erzîncanê bi vê sêweyê diaxifin.
c) Sikakî: Li herêmên navbera Gola Urmiyê, Semdînan û Baskalê tê axaftin.
ç) Hekarî: Hema ji basûrê Sirnexê destpê dike û li nav hidûdê wilayeta Hekariyê tê axaftin. Berê ji ber ku ji
Mîrîtiya Hekariyan re Mîrîtiya Mehmûdî dihat gotin, ji vê sêweyê re jî "Mahmûdî" dihat gotin.
d) Botî: Kurdên Cizîra ku li nav hidûdê Tirkiyê û Sûriyê ye yên wê herêma ku ji bakurê Zaxoyê destpê dike
ji basûr û rojavaya Sirnexê derbas dibe Eruhê digre nav xwe û ta basûrê Gola Wanê tê kêsan herêmên rojhilat û
basûrê Bedlîsê, Sêrtê, ta Çemê Batmanê herêma Batmanê û rojhilatê Mêrdînê digre nav xwe, ji alî Kurmancên li ser
vê axa fireh tê axaftin.
e) Bahdînî: Sêweya Kurdên Zaxo, Amediye, Akre û Zêbarê û yên Dihokê
f) Sincarî: Kurdên Çiyayê Sincarî û yên Sêxana bi vê sêweyê diaxifin.
g) Kurmanciya Navîn (yan jî Silivî-Kîkî-Milî) Li bajarê Diyarbekirê ji bilî rojhilat, li hemû herêmên Mêrdînê, ji
Ruhayê heta peravê rojhilatê Çemê Ferêt Kurmanc bi vê sêweyê diaxifin. Kurmancên herêmên Elezîzê yên
rojhilat û basûrî jî bi vê sêweyê diaxifin.
2- Kuriya Navîn (yan jî Soranî). Hidûdên vê lehceyê ji basûrê wî hidûdê ku me ji bo lehceya Kurmancî kêsa
destpê dike, ber bi basûrî de dom dike ta digihe, Çemê Sîrwanê û Xaneqînê. Li basûrî, ji basûrê Çiyayên
Hemrîn ber bi rojhilatî ve vedigere ta Çiyayê Sehend, Mesînabad, Bicar û Esedawayê diçe. Firehiya herêma
wê ya basûrî jî diçe ta digihîje, ser rêka esasî ya Melayir. Kirmansah, Qesrî Sêrîn-Xaneqînê. (30)
Sêweyên Kurdiya Navîn ev in:
a) Soranî: Ji bilî herêma Zêbarê wilayeta Hewlêrê û hemû qezayên wê vê sêwê diaxifin.
b) Silêmanî(Yan jî Babanî): Silêmaniyê, Kerkukê,Kifriyê, Qeretepê, Tuz Siwanê û hin herêmên Xaneqînê digire nav xwe.
c) Mukrî: Sêweya ku Kurdên Sino, Nexede, Meraxe,Miyandiwan, Sahîndij, Saqiz, Bokan, Bave û Serdestê pê diaxifin.
ç) sineyî: Li herêmên Sinê (Senendec), Bicar, Kengewer, Rewansar û bakurê Ciwanroyê tê axaftin.
3-Kurdiya Basûrî: Li bakurî ji rêya esasî ya Melayir-Kirmansah-Qesrê Sêrînê destpê dike ta digihê hidûdên herî
basûr yên herêmên Kurdîaxêv
Sêweyên wê yên jêrîn in:
a)Xaneqînî
b) Lurrê Eslîn (yan jî Feylî)
c)Kirmansanî
ç)Lekî
d)Kelhorî
e)Perewendî
f)Kulpavyeyî
4-Kurdiya Goran: Yên ku bi Kurdiya Goran diaxêvin li herêma çiyayîn a bakurê rêka Berda-Kirmansanê,
yên li herêmên rojhilat û rojavayê Çiyayên Hewraman û yên li herêmên Paweh û Kendûlê, Herêmên bakur
û rojhilatê Mûsilê, li wî cihê ku Çemê Xazir tevî Zêyî dibe dijîn.
"Ew navçeyên ku Goran tê de dijiyan, di qirnê hijdehande ji zeviyên ku niha tê de dimînin mezintir bûn.
Peydabûna Mîrtiya Silêmaniyê di dawiya sedsala hijdehan û destpêka sedsala nozdehande bi awayekî
asrî û nû, heta dereceyekê li ser hesabê tengbûna wan nav çiyan bû ku Goran tê de dijiyan, bi vî awayî
lehceya Kirmanciya Jêrîn (Kurdiya Navîn M.C.) ya zimanê Kurdî, wekî zimanekî resmî yê Mîrtiya Silêmaniyê
peyda bû, di dawiya salê sedê hijdehande berebere jî ji lehceya Goran re teng dikir û li ser hesabê wî belav dibû.
Lehceya Goranî ya zimanê Kurdî li dema Mîrtiya Ardelan de belav bû, ku Baba Ardelan di sedê çaran ê zayînî de
ew damezirand ji nuh ve bajarê Sarezor ava kir ku Moxola ew wêran kiribûn û ew kir paytextê Mîrîtiya xwe.
Ne dûr e belavbûna Goranan ji rojhilatê Zagrosî ber bi Sarezor ve bûyerê dest pê kiribû.
Kakeyiyan (Ehlê heq, Alî Îlahî) Sarezor kirin bajarê xwe yê pîroz û lehceya Goranî jî kirin zimanê xwe yê dînî...
Di wê demê de Sarezorê zimanê siirê Goranî bû û edebiyata dînî ya Kakeyiyan bi siirê destpêkiribû û heta niha
jî her wiha maye.
Her wiha pêwist e ev jî bê gotin ku, êl û esîretên derûdora Kerkûkê, Kifriyê, Xaneqînê û qeraxê rûbarê Sîrwanê,
wekî esîretên Zengene, Cebarî, Siwanî, Bîbanî û Talebanî û yên dîtir ji esîretên Goran bûn ev, xwedî edebiyata
xwe ya klasîkî ya nivîskî, edebiyata gelêrî ya folklorî ya bi lehceya Goranî bûn. Lêbelê lehca Kurmanciya Jêrîn
(Kurdiya Navîn M.C.) berebere ev navçe dagîr kir di netîca gesbûn û firebûna Mîrîtiya Silêmaniyê."(31)
a) Hewramanî: Kurdên herêma Hewramana ku dikeve alî banî yê Çemê Sîrwanê bi vê lehceyê diaxêvin.
Rojavayê çiyayên Hewraman herêma navbera Helebçe û Pêncwînê ye, rojhilatê wê jî Sine kermansah e.
Herêma Hewramanê dabes dibe bi ser Hewramana Luhon, Hewramana Dizlî, Hewramana Text, Hewramana
Rezaw, Hewramana Ciwanro û Hewramana Kenduleyî. (32)
b) Bacelanî: Zegeneyî û Sebekî digre nav xwe. Ji rojhilatê Mûsilê, ji herêmên Baswayê belav dibin, digihên
ta bakur û basûrê Hamdaniyê ta herêmên Talebanî û Zengene û Qeretû, Horên û Sêxanê. Bacelanî li herêma
Zehaw a bakurê Loristanê jî dijîn. (33)
5- Kurdiya Zazakî(Dimilkî, Kirmanckî yan jî Kirdkî)
Li bakurê rojavayê erdên Kurdîstana bin destê Tirkiyê, herêmaka welê digre nav xwe ku di bakur ji Erzurum û
Erzîncanê li basûr heta Gergerê, Adiyamanê diçe. Li hundirê Swêregê, Qeza Urfayê û gundên wê yên bakurî,
li hundirên qezeyên Diyarbekirê yên bi navê Çêrmûg, Çungûs, Pîran û Hênê û li hin gundên qezayên wê yên
bi navê Lice, Hazro, Çinar û Qulpê, li qeza Wartoyê, qeza Mûsê, li hin gundên qezayên Erzurumê yên bi navê
Xinis û Tekmanê. Li hundirê Erzincanê û hin gund û qezayên wê. Li hundir û hin gundên Tercanê, li Beypinarê
Netriya Zanayê ku qezeyek Sêwasê ye û li hin gundên wê, li bajarê Tuceliyê û li qezayên wê yên bi navê Pulumur,
Nazimiye, Ovacix, Xozat, Çamiskezekê bi tevayî, li hundurê Elezîz û qezayên wê yên bi navê Maden û Paloyê bi tevayî,
li nîvenîa qeza Qereqoçanê, li bajarê Bîngolê û qezayên wê yên Gênc û Kixiyê bi tevayî, li Piraniya Solxanê û li besekî
Qarliovayê lehceya Zazakî tê axaftin. Hundurê Diyarbekirê her çendîn piranî Kurmancin jî, nifûseka girîng a Zazakîaxêv jî heye.(34)
a) Sêweya Dêrsimê: Li Tuncelî, Erzincan û Sêwasê tê axaftin.
b) Sêwa Rojhilatî(ya Çewlig-Diyarbekir-Sêwregê): Li Bîngol, Elazîzê, Diyarbekirê, Sêwregê û Gergerê tê axaftin.

&
(1) †erefxan, †erefname, Hasat yay…nlar…, 3. bask… 1990 
stanbul, M. emin bozarslan ji Erebî wergerandiye Tirkî.
(2) Fuad 
Heme Xurþîd, Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Dîyalektîkanîy, oapxaneyî Afaq Al arabiya, Bexdat, 1985, s. 55.
3) †erefhan, †erefname, Hast Yayinlari, 3. baski 1990, Istanbul, Wergera M. Emîn Bozarslan ji Erebî bo Tirkî, r. 20
4) Vokabulaire Kurde des dialectes de Hakiari et Revendi, Par A. Jaba Consul de Russie a Erzeroum, Erzeroum le 15 mars
1858. Ji Dr. Marif Xeznedar Le Babet Mêjûyî Edebî Kurdiyewe 1984, Bexda r. 386'an hatiye wergirtin.
5) Mehemed Emîn Hewremanî, Zarî Zimanî Kurdî Le terazûyî Berawîrd da, 1981 Bexda, r. 52
6) Peter Lerch, Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchöldaer, Petersburg, 1857-1858, r. 72
7) Gotûwêjek legel Dr. Kemal Fûad, beþî 2., Sirwe, hejmar 39, rêzberî 1368
8) Mehemed Emîn Hewramanî, Zarî Zimanî kurdî le Terazûyî Berawirdda 1981, Bexda, r. 24
9) e. n. d. r. 6
10)Sadiq Behaeddîn Amêdî, Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jêrî û ya Jorî ya hevberkirî, oapa yekê, 1987, r. 34
11)e. n. d. r. 27
12)Ziya Gökalp, Kürt Aþiretleri Hakkinda Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayžnlarž, 1992. r. 24
13)e. n. d. r. 24
14)e. n. d. r. 95-96
15)e. n. d. r. 24-25
16)e. n. d. r. 28
29) Fuad Heme Xursîd, Zimanê Kurdî, Dabesbûnî cografyayiy Diyalektîkaniy, Bexda, Çapxaneyî Afaq'l Arabiya, 1985, r.60
30) e.nd:r.62
31) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r.88-89.
32) Mehemed Emîn Hewramanî, Kakeyî, Çapxaneyî Al Hawadîs, Bexda, 1984 r. 68
33) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r. 87
34) Malmîsanij: Dimilkî miyan di ciyayeya vatisan, Hêvî, kovara çandiya gistî, Parîs, no:2, Gulan 1984, r. 86-87.
Ev nivîs ji hejmarên 135-138 yên Armancê hatiye girtin
komîta arî jibo fêrkirina zimanê kurdî