الأربعاء، 18 مايو 2011

roja 15 gulanê roja zimanê kurdî



http://gemyakurda.net/wene/data/media/14/P76541.JPG
Doh (15.05.
‏2011), bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî birrek ji rewşenbîrên kurd di gel berpirsên kovara Gelawêj, Pirs û Gulistan
, vejandina vê rojê li bajarê Qamişlo pêk anîn. Di destpêkê de, li dor vê rojê axifîm, giringiya vê rojê min anî ziman û çima ev roj bi navê Roja Zimanê Kurdî bi nav bûye, şirove kir û di nav re, min rola mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê ji bo parastina zimanê Kurdî diyar kir û got: Eger UNESCO di 1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja Zimanê Dayikê” bijartibe, yê me Kurdan, roja 15 gulanê ye û ev roj ji sala 2006’an vir ve tê pîrozkirin. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin û di nav Kurdan de belavkirin.

   Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..

   Erê  rojê (15ê Gulenê), roja zimanê Kurdî ye wek ku çawa 21ê adarê cejna netewî Kurdî Newroz e û 22ê Nîsanê roja rojnamegeriya Kurdî ye.

   Zimanê  me ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Zagros, Toros û Ararat re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye.. Û her wiha min 113 saliya rojnamegeriya Kurdî jî anî ziman.. Di pey gotina min re hina ji beşdaran baweriyên xwe anîn ziman û gotin: Nivîskar û rexnevan Xalis Musewer: Roja zimanê Kurdî roja dîroka miletê Kurd e, zulmê qebûl nake, li ziman û dîroka xwe xwedî derdikeve ji ber ku zimanê me hebûn û şerefa me ye.. Nivîskar û Zimanzan Berzo Mehmûd: Zimanê Kurdî nişana netewê Kurd e û nasnama me ye. Pêwîste em guh bidin zimanê xwe û xebatê bikin bo vejîna zimanê dê û bê xwe û ev egera ha bibe navgînek bo riya rizgarkiriya miletê me.. Nivîskar Abbas Ismaîl: Bi hêvî me ku keç û xortên Kurdan li zimanê xwe xwedî derkevin û ez vê rojê li miletê xwe pîroz dikim.. Siyasetmedar û rewşenbîr Mihemed Ismaîl: Zimanê Kurdî nasname û rûmeta miletê Kurd e. ta ku zimanê me hatiye parastin di gelek mercên girçin û delîvên berteng de derbas bûye.. Di qermîçonkên riwê pêrejin û kalemêrên kolanên gund û bajarên me de bi şîn û şahiya miletê me mezin bûye.. Di baweriya min de nifşên bên, wê zimanê me biparêzin wek parastina bînahiya çavên xwe.. Nivîskar û zimanzan Derwêşê Xalib: Zimanê Kurdî nasnama miletê Kurd e, navenda daxwaza miletê kurd e, miletê Kurd nikare hebûna xwe biparêze bêyî zimanê xwe.. Nivîskar B. Sefîn: Madem zimanê Kurdî nasnama miletê Kurd e, divê em zimanê xwe biparêzin û em xwe û zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.. Nivîskar û Helbestvan Mûsa Zaxuranî: Zimanê Kurdî wek Kurdan kevntirîn milete di rojhilatê de, bav û bapîran ew parastiye.. Taybetiyek wî heye lewra ev 5 hezar sal e xwe li ber lehiyê girtiye.. nivîsandina bi zimanê Kurdî pêdiviyek netewî ye..

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, bo her sê kesên ku di ber ziman de, dema dawî her yekî ji wan çar heyv di zindanê de bûrandibûn xelat hatin dan, Abdulsened Mehmûd, Omer Ismaîl û Ehmed Ismaîl..

Dawî bi navê  girtiyên ziman helbestvan Abdulsened Mehmûd (Bavê Helbest), spasiyên xwe bi van gotinan anîn ziman: Ciwantirîn spasî bo hemû berpirsên kovar û rojnameyên Kurdî, bo nivîskar û helbestvanên Kurd, bo amadekarên vê rojê û bi taybetî mamoste Konê Reş ku ev rêzgirtin dane me, em vê xelatê wek Nobela Kurdî dibînin û tu carî zindan û êşkence hezkirina me ji zimanê kurdî re qelis nake..

Konê  Reş 
 

 , 16.05.‏2011

15gulanê roja zimanê kurdî



  15 gulanê roja zimanê kurdî
  Li gorî piran ji rewşenbîrên kurd : berî 79 salan; di roja 15ê gulana 1932 an de yekemîn car di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û  Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê  hingê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe tînin ziman..
Û wek ku belav bûye roja 15 gulanê ye. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê têde hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin ,bi destê mamoste mîr Celadet bedirxan
 Werin em we bi hevre roja zimanê kurdî pîroz bikin ,
Komîta arî ya rewşenbîrî û serbixwe (jibo firkirina zimanê kurdî ) roja , zimanê kurdî li kurdan li tevahî cîhanê pîroz dike , û her demê serkeftin û pişketinê ji zimanê kurdî re daxwaz dike.
Zimanê me hebûn û nasnama me ye
15 / 5 / 2011
Komîta arî  

الاثنين، 16 مايو 2011

Cûreyê lêkeran:n


Cûreyê lêkeran:n

  Cûreyê lêkeran:n  Li gor pêkhatina xwe:

A. Lêkerên xweser: hatin, xwarin, kirin, danîn, anîn, ketin, birin, nivîsîn.
B. Lêkerên pêkhatî: kelandin, êþandin, bezîn, firîn
C. Lêkerên hevedudanî: pêxistin vêxistin, daxistin, vexwarin, ava kirin

Li gor peywira xwe:Lêkerên transîtîf: Lêkerên bi bireser in; ango dema ku tên bikaranîn di hevokê de bireser (objekt) heye. Bo nimûne: kirin, gotin, dan, anîn, nivîsîn, xwendin, girtin, kuþtin, kirîn, dîtinLêkerên întransîtîf: Lêkerên bê bireser in; ango dema ku tên bikaranîn di hevokê de bireser (objekt) tune. Bo nimûne: çûn, hatin, mirin, razan, ketin, gihastin, man, girîn, peyivîn, axaftin

Nivîsîna dema niha ya lêkera bûnê:  Ku li pistî tîpa bêdeng (konsonant) be: Ku li pistî tîpa dengdar be: Ez kurd im. Ez zana me. Tu kurd î. Tu zana yî. Ew kurd e. Ew zana ye. Em kurd in. Em zana ne. Hûn kurd in. Hûn zana ne. Ew kurd in. Ew zana ne.       Çend nimûneyên din: Pênûsa min sor e. Sêva min tirþ e. Erebeya me bilez e. Navê birayê min Dara ye. Solên min spî ne. Lepikên min reþin. Xanîyê me bilind e. Zebeþên Amedê mezin in. Hêlîn keçeke jîr e. Þîlan xuþka min e.    
Nivîsîna cînavên kesane yên pêvebestî: Ez dixwînim. Em dixwînin. Tu dixwînî. Hûn dixwînin. Ew dixwîne. Ew dixwînin.     Têbinî:

1. Lêkera bûnê ji navdêr û rengdêran cihê tê nivîsîn. Ku peyva berî wê bi tîpeke dengdar biqede “y” dikeve navberê. Bo nimûne: spî ye, Dara ye.
2. Ku di hevokê de berî têrker were, wateya hebûnê dide. Bo nimûne: Ez bûm mamoste. Ez bûm dewlemend.
3. Divê mirov lêkera bûnê û cînavên kesane yên pêvebestî tevlîhev neke. Cînavên kesane yên pêvebestî bi lêkerê ve tên nivîsîn. Bo nimûne: Ez dixwînim., Tu dixwînî. û hwd.  

أعلى النموذج

الجمعة، 6 مايو 2011

zimanê kurdî , peyv




Peyv , Babetên peyvanÇêkirina peyvan,
a peyvên basît: av, nan, çiya, dar, dest b peyvên pêkhatî: nexwes, rahêje, venist, bixêr, gerok, guhdar, gavan, Kurdistan, kargehc peyvên hevedudanî: darsêv, dotmam, sorbesîr, sîrmast, gulsîlan, serhisk, kezîzer, xwîngerm, dilres, dilsa, zîvker, karker, dengbêj, dûrbîn, azadîxwazÇêkirina peyvan:Peyvên pêkhatî bi pêspirtik (prefîks) û paspirtikan (sufîks) çêdibin.Bi pêspirtikan çêkirina peyvan: bê- bêxêr, bêbav
ne- nerast, nexwes
da-
da+ketin daketin
da+xistin daxistin
da+çikandin daçikadin
da+dan dadan
da+girtin dagirtin
da+xwaz daxwaz hil- hilkisandin, hilgirtin
ra- rakirin, razan
der- derxistin, derkirin
pê– pêketin, pêxistin
ve- venistin, vekirin, verisîyan
wer- wergirtin, wergerandin Bi paspirtikan (sufîks) çêkirina peyvan: -ek serek, virek, kulek
-ik berxik, keçik, rindik
-ok gerok, lîstok, revok
-k xasxask, sersok
-î bejî, xwesî, bajarî, gundî
-dar birîndar, serdar, guhdar
-van sivan, gavan, bêrîvan
-baz canbaz, fêlbaz, sihêrbaz
-bend solbend, sazbend, nalbend
-ewer bîrewer, kurdewer, bextewer
-saz dermansaz, didansaz, karsaz
-mend hunermend, dewlemend
-istan Kurdistan, daristan, gulistan -dan+k kevçîdank, guldank, kildank
-geh kargeh, nîsangeh, havîngeh
-gîn lezgîn, mizgîn, xemgîn
-în darîn, zêrîn, derewîn
-andin nivîsandin, razandin
-an kolan, dehan
-kî niviskî, devkî, dirêjkî
-wî rêwî, bawî, kîmyewî
-hî sahî, ronahî
-anî mêranî, piranî
-ane mêrane, jinane
-tî hevaltî, biratî
-emîn yekemîn, duyemîn

Babetên peyvan: Bi nimûne
Nimûne 1

Navdêr qelem, defter, dibistan, Kurdistan, kurdî, kevir, xanî, bavo
Rengdêr kesk, sor, zer, zirav, tûj, teng, bilind, xweþ, bêþans, xembar
Lêker çûn, hatin, xwendin, nivîsîn, çêkirin, xwarin, vexwarin, bûn
Cînav ez, tu, em, min, te, ew, wê, wî, wan, kes, xwe
Daçek li, ji, bê, bi, di ... de, ji .... re, bi ... re
Gîhanek an, ango, û, lê, lê belê, ji ber ku, ku
Veqetandek a, ê, ên, ya, yê, yên
Bangnîþan ha, ho, lo, lê, ay, ax, gelî, malava, tewtew, wax, wey
Hoker pir, ji hundir, zû, bi lez, þev û roj
Hejmarnav yek, du, bîst, yekem, sêyem Nimûne 2 1. Navdêr Ev sêv e. Dilxwaz diçe Kurdistanê. 2. Rengdêr Ev sêv sor e. Lîmon tirþ e. 3. Lêker Zînê sêvê dixwe. Solên Dîlanê spî ne. Sola min teng e. 4. cînav Ew diçe dibistanê.  name nivisî. 5. Daçek Evîn li dibistanê ye. Pervîn ji dikanê tê. 6. Gîhanek Rêzan û DÎlan hatin. Evînê got, ez ê werim,  nehat. 7. Veqetandek Xuþka Aso hat. Sêva min a sor di çente de ye. 8. BangnîþanHo Arjeno! Lo Kurdino! Wax li minê! 9. Hoker Ev sêv pir xweþ e. Zarok bi lez çûn dibistanê. 10. HejmarnavPênc zarok hatin. Zozan bû yekem.


Navdêr, lêker, cînav, hejmarnav û veqetandek guharbar in. Bo nimûne: Alan/Alên, sêv/sêvê, nivîsî/dinivîsî, ez/min,, yek/yekî, a/ê.  Daçek, rengdêr, hoker, bangnîþan û gîhanek ne guharbar in.
Dibistanakurdî
Komîta arî 6/5/2011
أعلى النموذج