الجمعة، 4 مارس 2011

: Meha avdarê , rojên xweş û reş



Di nav gelê kurd û meha avdarê de hevgirtinek taybet û xurt hatiye avakirin ,
Ew hevgirtin encama gelek bîranîna ye , hin ji wan xweşin û hin ji wan reşin , bê guman hêrsên miletê kurd di vê mehê de mezin û xurt tirin ,
Ji ber wiha gotinek kurdan heye yan go dibêje : meha avdarê xwîna kurdan germe .
Gelê kurd bi sirûşta xwe ji avdarê his dikin ji ber ku demsala buharê di vê mehê de dest pêdike .
Avdar meha kurdan yan netewîye , û ev lîstek ji çend bîranînên vê mehê :
Di  1 – avdarê sala 1979 de jiyana  serwerê  gelê kurd mele mustefa berzaniyê nemir kutabû û ew çû ser dilovaniya yezdan bi temena 76 salan , serwerê kurdan  ê giyanî  jiyana xwe li gorîkirina doza kurdan de derbaskir , ew jî yek ji serwerên şoreşên kurdan ê pêwîste .
Di . 3 - avdarê  sala 1937 de şoreşa dêrsimê bi serweriya sey;d rîda rabû .
Di. 5- avdarê sala 1991 de şoreşa kurda li bajarê ranya rabû û kurdistan ji bin destê rêjîma iraqê rêzgar bû .
Di .6- avdarê  sala 1975 de navişa lihevkirina ( ceza;ir ) di nava xwînxwarê  iraqê û şahê îranê de pêk hat , bi wê lihevkirinê şoreşa gelê kurd hate şikestin ew rojeke xemgîne li ser kurdane .
Dîsa di 6- avdarê sala 1991 de şoreşa gelê kurd bi serweriya serok mesûdê berzanî li kurdistana iraqê rabû .
Di .7- avdarê sala 1921 , şoreşa şêx se;îd bêranî rabû .
Di .7- avdarê sala 1991 , bajarê sulêmaniyê rêzgar bû .
Di. 8- avdarê sala 1921 de  şoreşa nûrî dêrsimî rabû .
Di . 9- avdarê sala 1989 de jiyana hunermendê kurd ê mezin mihemed şêxo kutabû û ew çû ser dilovaniya mezda , ew  xwedyê deng û hunerek nerxedar bû û her wiha bi hunera xwe wî welat parêzya xwe dikir .
Carik din jî di 9- avdarê sala 1991 serhildanek gelêrî li şeqlawa û derbendxan hate pêk anîn .
Di .11- avdarê  sala 1970 de lihevkirina aştiyê û vebirîna perwerya xweber ji kurdistana iraqê re pêk hat .
Dîsa di 11 - avdarê  sala 1991 de serhildana gelê kurd li bajarê zaxo rabû .
Di .12- avdarê sala 2004 de serhildana qamişlo hilor bû , ew serhildana  dijî rêjîma sûryê  fireh bû ta gihişt bajar û cihê kurdan li sûryê tevan ,
Gelê kurd bi dehan şehîd û birîndar di wê serhildanê de dan .
Di .14 - avdarê 1903 de  ew rojek pîroze ji kurdan  re bû  jiber ku di vê rojê de serwer û rêberê  kurdan berzaniyê nemir mele mustefa ji dayik bû û jiyana wî dest pêkir .
Careke din jî 14 -avdarê  sala 1991 serhildana gelê kurd li bajarê dihokê û îmadiyê li kurdistanê rabû .
Di .16- avdarê sala 1988  de ew  rojek e biser di mêjû deye , di wê rojê de fertone û kambaxî bi ser gelê kurd de hatin ,  ji ber di wê rojê de xwînrêjên rêjîma iraqê dermanê kîmawî  bi ser bajarê helebça de barandin û 5000 mirov têde şehîd ketin .
Di. 21- avdarê de ji her salê cejna newrozê ye , ew cejna kurda ya  netewî ye ,di wek wê rojê de kawayê hesinekar miletê xwe ji bin destê dehakê xwînrêj azad kir bû , kurd li her derê ji cîhanê ahing û şadî dikin her wekî din jî di 20 - avdarê de agir vêdixin .
Dîsa di 21 - 3 sala 1991 de azadiya dilê kurdistanê bajarê kerkûkê ji bin destiya rêjîma iraqê .
Di .31 - avdarê sala 1947 de serokê komara mihabadê  qazî mihemed li panava çarçira li  kurdistana îranê  hate şeniqandin bi destê rêjîma îranê a qirêj .
Bibûrînin heger  bûyerin din jî ne hatibin bîranînê .



1- avdar-2011 - beyrût

هناك تعليق واحد:

  1. Em hêvîdar in 21avdar Kurdistana mezin bi tevahî azad bibe🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯

    ردحذف