الأربعاء، 5 يناير 2011

Encûmana şîna mele Ebdullah Mele Reşîdê Xerzî li lubnanê



Îro welatî mirovên kurd li lubnanê bi karê encûmana şîna çûyî mele ebdullah mele reşîdê xerzî  li navendiya civata kurdî lubnanî a qenciyê tezîn û rabûn ,û jibo berdildana miletê kurd û malbata wî û bi taybet kurê çûyî mamoste reşîdê mele ew peşdarbûn, û pir ji partyên kurdî û komîtên rewşenbîrî û mafên mirovan û gelek ferezên bel û xuyayî di vê rojêde bi stûbara vê şînê peşdarbûn, û hin ji wan ji bo vê bobelatê gotinên xwe li ser jiyana zanayê kurd ê çûyê gotin , ji wan kesê gotin avêtin ew jî evin :
Partiya rêkeftina dîmuqratîk a kurdî li sûryê.
Komîta arî jibo fêrkirina zimanê kurdî.
Encûmana kenedî kurdî jibo mafê mirova li lubnanê.
Helbestvanê kurdî Umer Şan.
û gotina sipasiyê kurê çûyê mamoste reşîdê mele bavê berzan .
gotina Komîta Arî :
roja şemê 18 /12 /2010 ew rojek tarî bû bi ser bû û xemgîn bû li ser me tevan ji ber ku di wê rojê de hoşzarê kurd ê mezin mele ebdullah mele reşîdê xerzî jiyana xwe da û buhurî ser dilovanya mezda miftî û qaziyê kurdistanê mele ebdullah ew ji mirovên ku di şoreşa mele mustefa berzanyê nemir de peşdar bû û bi jimarên cara bin çav bû wî berxwedan ji bû miletê xwe di kir bê seken bê tirs, ew mamostê ku mûma wî îro vemirî lê wî gelek mûmên bi ronî ji mere hiştin di rêca azadî û zanînê de bi felsefe edebiyat û hoşzarya ku hişt ji şagirt û nêvyên xwere
em jî îro weke komîtekê rewşenbîrî kurdî serbixwe em ser saxya we û miltên kurd li cîhanê tevî dikin
kurt jiyana çûyî mele ebdullah mele reşîdê xerzî :
ew ji dayik bû 25 kolanê sal 1925 li gundê zînalê taxa zoqê bajarê sêrtê ji xerezanê li kurdistana başûr ji eşîra rendewya
bavê wî dilovanî mele reşîdê xerezanî mişxet bû hat bajarê qamişlo sal 1929 sê kur û sê keçê wî hebûn û malbata wî tev ji mirovên kovarê û hoşzarê bûn
birê wî dilovanî mele mihemed hoşzarekî pir mezin bû ew rêzimanê şêx elaeldîn elxeznewî û şêx izedîn elxeznewî bû dilovanî li ser wan, û di şoreşa sasonê de peşdar bû û birayên wî mele sedîq û mele ehmed jiyana xwe dan li kurdistana başûr çûn ser dilovanya xwe
mele ebdullah ew daxwazê doza miletê xwe bû ser rêça nemir berzanî pêk di çû,
malbata wî tevde hev girtiyên şoreşên kurdistanê bûn wek şoreşa mîr soran deko mihemed başa , şoreşa bedirxanya , şoreşa ça,fer axa sason sal 1838 , şoreşa û beydela nehrî sal 1880 , şoreşa kordelan sal 1888 , û di xerezanê de û hunen din jî, û malbatên nêzîkî wî li kurdistana başor û sûryê û cîhanê tev ji mirovên zanînê û hoşzaryê ne, û ji bendê nirxê wînî firehî li kurdistanê ew blavekirina zanînê ye
ew mişxet bû kurdistana iraqê sal 1970 li gel şoreşa berezanyê nemir û bû endamekî yekbûna musilmanê kurdistanê lê piştî  şikestina şoreşê sala xemgîn 1975 ew zîvirî bajarê qamişlo.
dilovanî digot :emê bimînin ser rêça mele mustefa berzanyê nemir ew rêça serkeftin azadî û aştyê ye.


Beyrût.Lubnan 26-12-2010

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق