الأحد، 17 يوليو 2011

Ji Şaredariya Sêrtê 12 pirtûkên zarokan


Ji Şaredariya Sêrtê 12 pirtûkên zarokan
SUNDAY, 03 JULY 2011 06:56

Ji bo çapkirinê

Şaredariya Sêrtê 12 pirtûkên zarokan amade kirin. Şeş ji wan hatine çapkirin û şeş jî li ber çapê ne. Her pirtûk ji çîrokekê pêk tê. Berhevkarê çîrokan Kurdjan Sorî  û wêneçêker jî Mûrat Y. û Rûşen Sarili ne. Hemû wêne orjînal û rengîn in.
Navê vê rêzepirtûkê "Hebanoka Çîrokan" hatiye lêkirin. Pirtûka yekem a vê rêzepirtûkê "Fîl û Çizdik" e. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, di pirtûka yekem de, ji vê xebatê re nasandineke bedew nivisiye. Selîm Sadak, di vê nasandinê de girîngiya çîrokan ya ji bo parastina zimanê kurdî û bandora wan a li ser zarokan tîne zimên û bi kurtî weha  pêde diçe:
"Ez van çîrokan bi dilxweşî dîyarîya zarokên ku bi zimanê xwe mezin dibin, bi zimanê xwe dixwînin û bi zimanê xwe dinivîsin dikim.
... Zimanê me ji aliyê nivîskî ve dereng maye. Îro kurd bi hemû derfetên xwe li zimanê xwe xwedî derdikevin. Gotinên bav û kalên xwe, çîrokên xwe, stranên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Ev pêşketin ji b o me rûmeteke mezin e."
Her weha Selîm Sadak spasiyên xwe pêşkêşî berhevkarê van çîrokan Kurdjan Sorî, hemû berhevkar nivîskar û rewşenbîrên din ên ku bi zimanê xwe dinivîsin dike û ji wan re serketinê dixwaze.

Ev pirtûk di warê, ziman, wêne û kalîteya çapê de ji pirtûkên ku şaredariyên me heta niha weşandine ji hemûyan baştir in.
Em bawerin ku zarokên me dê hem bi van çîrokan kêfxweş bibin hem jî zimanê xwe pêş ve bibin. Lewma, em wek Dibistana kurdî, di şexsê berêz Selîm Sadak de spasiya rêvebir û xebatkarên Şaradariya Sêrtê dikin ku bi karekî weha pîroz re rabûne. Hûn her bijî!
Şeş pirûkên ku hatine çapkirinê:
1. FîL û ÇiZDIK
2. ŞÊRŞENGAL
3. FATFATOK û KERIKA HERîNî
4. KÊZÊ û MIŞKO.
5. KEÇIKA PERîZADE REQÊ
6. ROVî û QIJIK
Peywendî
Muduriyeta Karên Çand û Civakî ya Ûaredariya Sêrtê
Tel. +90- (0) 484-223 22 60
Emaîl: kulturiirt.bel.tr
Web: www.siirt.bel.tr
………………………………….
Komîta arî a rewşenbîrî kurdî ( ji bo fêrkirina zimanê kurdî )