الأحد، 20 مارس 2011

azad mûsa : Newroz cejna kurdanî gelêrî ye

Newroz cejna kurdanî  gelêrî ye
Roja 21 avdarê ji her salê miletê kurd li her derê ji kurdistan û cîhanê tevî
Bi cejna newrozê şadî dibin û ahingên kurdî pêk tînin ,
21 avdarê ji her salê ne bi tenê cejna newrozê ye , ew rojeke taybete li cem kurdan, û gelek wateyê vê rojê ê dîrokî peyda dibin ,
Ew roja sersala kurdî ya 2623 ye û destpêka demsala buharê ye li gel ku ew cejna kurdanî netewî û gelêrî ye .
Her wihacejna  newrozê jî   sîmbola azadî  aştî û serxwebûna gelê kurde .
Gelî kurd :
Newroz ne arzî  kesan û  partiyên rêzanî ye , û ew ne jî arzî  rixekî ji rixên polotîkî  yan rewşenbîrî ye , newroz bi tenê arzî  miletê kurde .
Lê mixabin Di van çend salê dawî de gelek ferezên partîzan û rixên polotîkî dixwestin û ta nuha jî dixwazin ku cejna newrozê di bin dastxistina xwenî kesînî de bikar bînin ,û bi vî karê ne dirust wê newrozê ji wata wênî netewî cûda bikin , lê diva ku em ji van pîlanê bin alîkariya dijminê kurdan re em şiyar bin û jibo dijîbûna wan pîlanên qirêj amade bin û em nehêlin ku ev ziyan  bighên serî .
Gelê kurd : newroz cejna kurdanî gelêrî ye , nehêlin ku ew jî weke kurdistanê parçe bibe ,

Em binavê komîta arî a kurdî  rewşenbîrî û serbixwe  jibo fêrkirina zimanê kurdî  em Vê roja pîroz dem 21 avdarê ji her salê ragihan dikin roja azadiya cîhanî , û newroza sala 2011 li miletê kurd li kurdistan û cîhanê tevî  pîroz dikin .
Beyrût – 21 avdara 2011  azad mûsa
  


السبت، 12 مارس 2011

Deham Ebdulfettah : TÊBÎNÎ






Bêguman , babeta herî giring û herî aloz di zimanê Kurdî de babeta " kar " ( verb)e . Bi helkeftina roja navnetewî , ya " Zimanê Dayikê " (21)ê Reşemehê – em ê çend  xelekên peyapey derbarî babeta " kar " belav bikin .
Hêviya min ji we xwendevanên rêzdar herî ew e , ku hûn sirinc û nêrînên xwe yên rêzimanî , derbarî mijarên belavkirî berçav bikin . 
Ji nuha ve spas ….! 

……………………………………………………………….



Xeleka (1)ê 

KAR
Danasîn :
Kar bêjeyeke guhêrbar e ( tê guhertin ) , serbixwe û watedar e , rûdanekê yan bizavekê di demeke destnîşankirî de berçav dike .
Wek : - Zîn çûye zanîngehê
         - Şêrko nameyê dinivîse
            - Ez ê vê pirtûkê bidim te .
Diyar e , ku her bêjeyeke binxêzkirî, di van mînakên jorîn de bûyerekê yan bizavekê di demeke nîşankirî de bi xwe ve digire :
- Zîn çûye.....( bizava çûnê di dema borî de )
- Şêrko dinivîse ( bûyera nivîsînê di dema nuha de)
- Ez ê bidim ( bûyerê danê di dema paşê de ) .
Dêmek , Kar ew bêje ye , ya ku têgeha rûdan û demê , bi hev re dide .
Bi vê danasînê , jêderên ( raderên ) Karan , wek ( çûn , hatin , xwendin , nivîsîn... ) ne kar in , çiku bûyer di wan de heye , lê dem nehatiye nîşankirin . Bo vê egerê jî , jêder li ser navan hatine jimartin û nebûne Kar . Lê jêderên Karan in , anku Kar ji wan der tên .
- Çima ( Kar ) û Ne ( Lêker ) ?! 
Beranberî gotina ( verb*(1) - الفعل ) gelek navlêkirin di zimanê Kurdî de hatine xebitandin . Her şarezayekî zimên , li gora dîtina xwe , navek li şûna zaraveyê(2) ( verb ) bikar aniye :
- Dr . Qenatê Kurdo û Tewfîq Wehbî : ( Fêl - Fi'il ) ( فعل ) .
- Reşîdê Kurd : ( Pîşk ) .
- Cigerxwîn : ( kirin ) .
- Celadet Bedirxan , Kamîran Bedirxan , Feqe Huseyn Sagniç û hinin dîtir jî : ( Lêker ) .
- Mihemedî Xal û Şêx Mihemedî Merdox û hinin dîtir :( kirdar ).
- Nûrî E'lî Emîn û Ebdurehman Hacî Ma'rûf : ( ferman ) .
- Sadiq Behadînê Amêdî : ( Kar , Kirin ) .

Helbet van zimanzanên binavkirî , ew navlêkirinên me li jor diyar kirine di pirtûkên xwe de xebitandine .
Em dizanin ku dema navek li kesekî yan tiştekî dibe , mebest ji wê navlêkirinê ew e ku ew kes yan jî ew tişt bi wî navî ji nav celebên xwe bê nasîn . Lê ku gelek nav li yek kesî yan yek tiştî bibin , bêguman ew kes û ew tişt bê nav dimînin . Boyî vê egerê jî , pêdivî ye ku ev kêşeya zaraveyan ( têrman ) di hemû babet û mijarên ziman û rêzimana Kurdî de çareser bibe .
 Li Kurdistana başûr gotina ( kar ) bo ( verb ) hatiye pejirandin û bi şêweyekî fermî bikar tê . Lê di nav Kurdên bakur û rojava de gotina ( lêker ) ( li ser şopa Celadet Bedirxan ) tê xebitandin .
Bi baweriya min gotina ( lêker ) cihê ( verb ) nagire . Wisan jî pirraniya wan navlêkirinên destnîşankirî. 
Beriya ku em bikevin gêra mijara xwe divê ez bibêjim , ku min jî gotina ( kar ) pejirandiye û ez ê wê di vê nivîsarê de bixebitînim (3) .

1- Verb : Ingilîzî ye, anku (الفعل). 
2- Zarave : Navlêkirin ( têrm ).
3- Beriya vê nivîsarê jî min zaraveya ( kar ) di her dû pirtûkên xwe de ( Nav , Cînav ... ) bikar aniye .

Li gora ku hayê min jê heye , nivîserê herî pêşîn , yê ku gotina ( lêker ) bi wateya ( verb ) xebitandiye Celadet Bedirxan e . Celadet ev gotin di govara ( HAWAR )ê de ( 1932 - 1943 ) bikar aniye . Wisan jî , weku zarave ( têrm ) di pirtûka xwe ya rêzimanî de ( Bingehên Gramêra Kurdmancî ) ew xebitandiye . Li ser şopa Celadet jî pirraniya şarezayên zimanê Kurdî li bakur û rojavayê Kurdistanê ( ji bilî Reşîdê Kurd û Cegerxwîn ) di pirtûkên xwe de gotina ( lêker ) bikar aniye .
Dibe ku mirovek bipirse : Di nivîsarên xwe yên pêşîn de te bêjeya ( lêker ) bikar aniye , lê van salên dawî te baweriya xwe guhertiye û tu ( kar ) li şûna ( lêker )ê dixebitînî , gelo ev guhertin li ser çi bingehê pêk hatiye ?!
Bi dîtina min , navlêkirina ( lêker ) cihê gotina ( verb - الفعل ) nagire . Li gora pîvan û rêpîvana dariştina zimanê Kurdî ( lêker ) raweya navê kara ye ( اسم الفاعل ) , ne ku kar bixwe ye . Anku ( lêker ) ew kesê ku lêdike , ne lêkirin e .
Wekî ku em bibêjin , navê kara ji van karên jêrîn , bi van raweyan tê :
Ji ( kuştin )ê : Yê ku dikuje , ( kujer ) e
Ji ( nivîsîn )ê : Yê ku dinivîse , ( nivîser ) e
Ji ( xwendin )ê : Yê ku dixwîne , ( xwîner ) e .
Lê ka çawa raweya navê kara ji karan tê dariştin ?! Çawa ( lêker ) ji ( lêkirin ) bûye navê kara ?! Bi gelemperî , raweya navê kara ( اسم الفاعل ) ji binyata dema nuha ( reg ) , ya karên derhingêv ( têper ) û paşgira ( er ) saz dibe .
Anku : Binyata nuha + er = navê kara .

- Binyat ( reg ) :
Binyata Kar ew kurtebêjeya resen e , ya ku Kar raweya xwe ya watedar , pê û li ser wê ava dike . Anku , ew beşê neguhêrbar e , yê ku di veguheztin û guhertina raweya karan de , weku bingehekê (bê guhertin) ji karan dimîne .
Çi karê di zimanê Kurdî de heye du binyat jê re hene : 
    - Binyata dema borî .
    - Binyata dema nuha .
  A - Binyata Borî ew binyat e , ya ku di dema borî de destnîşan dibe . Ev binyat bi veguhestina karan digel  kesê dûwem ê yekjimar ( ew , wî , wê ) tê wergirtin .
Anku , bi avêtina nîşandeka jêderî , ji jêderên karan .
 Wek :
 Jêder   dema borî    binyat 
   - Bûn     ew bû        bû ...
   - Hatin     ew hat                      hat....
   - Xwendin   wî xwend     xwend..
 - Kenîn/ keniyan ew kenî/keniya  kenî / keniya..
   - Danasîn     wê danasî     danasî..
B - Binyata Nuha jî , ew binyat e , ya ku ji karan di dema nuha de tê wergirtin . Ev binyat ji karên dema nuha bi avêtina pêşgira dema nuha ( di ) û paşkokên kesanî ( im , î , e , in ) .
Wek : 
Jêder   Dema Nuha Binyat
   - Bûn     ( ez ) dibim   ...b....
   - Çûn     ( tu ) diçî     ...ç.....
   - Nivîsîn   ( ew ) dinivîse   ...nivîs...
   - Kolan   ( em ) dikolin   ... kol....
Eger kar dariştî be yan lêkdayî be , dîsan binyata nuha ji karê nuha bi avêtina nîşandeka ( di ) û paşkokan tê .
Wek : 
Jêder   nuha     Binyat
- Rabûn   ( ez ) radibim   ra...b...( rab )
- Lêçûn   ( tu ) lêdiçî   lê...ç...( lêç )
- Daweşandin ( ew )dadweşîne  da...weşîn (daweşîn)
- Vekolan   ( hûn ) vedikolin   ve...kol..( vekol )


Navê Kara :
Berî nuha jî me gotibû , navê kara ji binyata karên derhingêv ( têper ) û paşgira ( er ) pêk tê (4) . Lê divê ew binyat , ya dema nuha be , ne ya borî be . Li vê gorê navên kara ji van karên jêrîn bi vî şêweyî pêk tên :


4- Binyata nuha : ne ji hemû karên derhingêv bi wî şêweyê li jor der tê . Em ê vê mijarê paşê , di cih û dema wê de rave bikin .


- Hilkişandin : Hilkişîn + er = hilkişîner ( yê ku tiştekî hildikşîne ) 
- Jêkirin :   Jêk + er = jêker ( yê ku tiştekî jêdike )
- Raxistin : Rax + er = raxer ( yê ku tiştekî radixe )
- Lêkirin :   Lêk + er = lêker ( yê ku tiştekî lêdike )
- Vekuştin(5) : Vekuj + er = vekujer ( yê ku tiştekî serjêdike ).

( Lêkirin ) karekî lêkdayî ( hevbend ) e ji :
- Pêrbesta ( li ) + Cînavê kesîn ( wî , wê ) + kirin ) pêk hatiye . Anku : Li + wî / wê = ( lê ) + kirin = lêkirin .
Navên kara ji karên lêkdayî jî , weku karên xwerû û dariştî pêk tên , nemaze yên ku bi karê ( kirin )ê re saz dibin .
Wek : 
 - Sorkirin : Sork ( Sork + er ) = Sorker .
 - Zînê hêkan sor dike ( ew Sorkera hêkan e )
 - Rastkirin : Rastk ( rastk + er ) = rastker
 - Tu şaşiyan rast dikî ( tu rastker î) 
 - Û ( karker , xebatker , zîvker ... )

Wilo jî :
 - Ji ( çêkirin )ê ----------- çêker
 - Ji ( jêkirin )ê ------------ jêker
 - Ji ( pêkirin )ê ------------ pêker
 ...Û ji ( lêkirin )ê --------- lêker

Berçav e , ku li gora vê pîvanê bêjeya ( lêker ) bi wateya ( verb - الفعل) nayê , lê wateya navê kara ( yê ku karê lêkirinê dike ) bi xwe ve digire .
Ji ber vê yekê jî , min gotina ( kar ) li şûna ( lêker ) bikar aniye .

5- Li Herêma Behdînan , Vekuştin Serjêkirin e ( serbirrîn e ).



Deham Ebdulfettah - Amûdê
debdulfettah@gmail.com


الجمعة، 4 مارس 2011

: Meha avdarê , rojên xweş û reş



Di nav gelê kurd û meha avdarê de hevgirtinek taybet û xurt hatiye avakirin ,
Ew hevgirtin encama gelek bîranîna ye , hin ji wan xweşin û hin ji wan reşin , bê guman hêrsên miletê kurd di vê mehê de mezin û xurt tirin ,
Ji ber wiha gotinek kurdan heye yan go dibêje : meha avdarê xwîna kurdan germe .
Gelê kurd bi sirûşta xwe ji avdarê his dikin ji ber ku demsala buharê di vê mehê de dest pêdike .
Avdar meha kurdan yan netewîye , û ev lîstek ji çend bîranînên vê mehê :
Di  1 – avdarê sala 1979 de jiyana  serwerê  gelê kurd mele mustefa berzaniyê nemir kutabû û ew çû ser dilovaniya yezdan bi temena 76 salan , serwerê kurdan  ê giyanî  jiyana xwe li gorîkirina doza kurdan de derbaskir , ew jî yek ji serwerên şoreşên kurdan ê pêwîste .
Di . 3 - avdarê  sala 1937 de şoreşa dêrsimê bi serweriya sey;d rîda rabû .
Di. 5- avdarê sala 1991 de şoreşa kurda li bajarê ranya rabû û kurdistan ji bin destê rêjîma iraqê rêzgar bû .
Di .6- avdarê  sala 1975 de navişa lihevkirina ( ceza;ir ) di nava xwînxwarê  iraqê û şahê îranê de pêk hat , bi wê lihevkirinê şoreşa gelê kurd hate şikestin ew rojeke xemgîne li ser kurdane .
Dîsa di 6- avdarê sala 1991 de şoreşa gelê kurd bi serweriya serok mesûdê berzanî li kurdistana iraqê rabû .
Di .7- avdarê sala 1921 , şoreşa şêx se;îd bêranî rabû .
Di .7- avdarê sala 1991 , bajarê sulêmaniyê rêzgar bû .
Di. 8- avdarê sala 1921 de  şoreşa nûrî dêrsimî rabû .
Di . 9- avdarê sala 1989 de jiyana hunermendê kurd ê mezin mihemed şêxo kutabû û ew çû ser dilovaniya mezda , ew  xwedyê deng û hunerek nerxedar bû û her wiha bi hunera xwe wî welat parêzya xwe dikir .
Carik din jî di 9- avdarê sala 1991 serhildanek gelêrî li şeqlawa û derbendxan hate pêk anîn .
Di .11- avdarê  sala 1970 de lihevkirina aştiyê û vebirîna perwerya xweber ji kurdistana iraqê re pêk hat .
Dîsa di 11 - avdarê  sala 1991 de serhildana gelê kurd li bajarê zaxo rabû .
Di .12- avdarê sala 2004 de serhildana qamişlo hilor bû , ew serhildana  dijî rêjîma sûryê  fireh bû ta gihişt bajar û cihê kurdan li sûryê tevan ,
Gelê kurd bi dehan şehîd û birîndar di wê serhildanê de dan .
Di .14 - avdarê 1903 de  ew rojek pîroze ji kurdan  re bû  jiber ku di vê rojê de serwer û rêberê  kurdan berzaniyê nemir mele mustefa ji dayik bû û jiyana wî dest pêkir .
Careke din jî 14 -avdarê  sala 1991 serhildana gelê kurd li bajarê dihokê û îmadiyê li kurdistanê rabû .
Di .16- avdarê sala 1988  de ew  rojek e biser di mêjû deye , di wê rojê de fertone û kambaxî bi ser gelê kurd de hatin ,  ji ber di wê rojê de xwînrêjên rêjîma iraqê dermanê kîmawî  bi ser bajarê helebça de barandin û 5000 mirov têde şehîd ketin .
Di. 21- avdarê de ji her salê cejna newrozê ye , ew cejna kurda ya  netewî ye ,di wek wê rojê de kawayê hesinekar miletê xwe ji bin destê dehakê xwînrêj azad kir bû , kurd li her derê ji cîhanê ahing û şadî dikin her wekî din jî di 20 - avdarê de agir vêdixin .
Dîsa di 21 - 3 sala 1991 de azadiya dilê kurdistanê bajarê kerkûkê ji bin destiya rêjîma iraqê .
Di .31 - avdarê sala 1947 de serokê komara mihabadê  qazî mihemed li panava çarçira li  kurdistana îranê  hate şeniqandin bi destê rêjîma îranê a qirêj .
Bibûrînin heger  bûyerin din jî ne hatibin bîranînê .



1- avdar-2011 - beyrût